HSDê paşxistina civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) paşxistina serdaneka fermî ya şandeka danûstandinan a HSDê ji bo Şamê ragihand.

Biryar bû ku ew serdan îro (Yekşem, 29.12.2025) ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeka danûstandinan ve hatiba kirin.

Navenda ragihandinê ya HSDê sedema paşxistina wê serdanê bi amadekariyên lojîstîkî û teknîkî ve girê da. Herwesa ragihand ku, di paşerojê de bi razîbûna herdu aliyan dê jivanekê nû ji bo wê serdanê bê destnîşankirin.

Di wê ragihandinê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku, paşxistina wê serdanê rêça têkiliyan û armancên diyarkirî qet naguherîne, danûstandin li ser peymana 10ê Adarê ne.

Ev paşxistin di demekê de ye ku, danûstandin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de berdewam in. Ev danûstandin di çarçoveya peymana 10ê Adara 2025ê de tên kirin.

Peymana 10ê Adarê li roja 10ê Adara 2025ê di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin. Li gorî peymanê, divê heta dawiya îsal hêzên HSDê bibin parek ji dezgeha berevaniyê ya dewleta Sûriyeyê.