Li Helebceyê çend jinan xwaringeheke bi şêwazê kevneşopî û kurdewarî vekirin

Helebce (K24) – Li bajarê Helebceyê, çend jinan xwaringeheke bi şêwazê kevneşopî û kurdewarî vekirin. Ev xwaringeh ne tenê ji bo xwarinê, lê wekî navendeke çandî ya ku bîranînên bav û kalan nû dike, tê naskirin.

Li Helebceyê projeyeke nû ya karsaziyê ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, bala geştyar û niştecihên herêmê dikişîne. Ev xwaringeha ku bi dîzayna "dîwanxaneyên kevin" hatiye amadekirin, bi xwarinên xwe yên resen û atmosfera xwe ya çandî navdar bûye.

Dema mirov gava xwe diavêje nava xwaringehê, bi dîmenên ku sedsalek berê bi bîra mirov dixin re rû bi rû dimîne. Ji rûniştokên bi xalîçeyên kurdî hatine xemlandin heta kelûpelên kevin, her tişt li gorî çanda resen a herêma Helebceyê hatî amadekirin.

Rêvebera Xwaringehê Meryem Nacî diyar dike, armanca wan ew e ku "keşeke çandî û kurdewarî" ji bo mêvanên xwe ava bikin. Meryem dibêje: "Me xwest dîzayn û xwarinên me bi temamî kurdewarî bin û çanda me nîşan bidin."

Xwaringeh bi taybetî li ser torên civakî deng vedaye û ji her derê Kurdistanê ve mêvan berê xwe didinê. Tayan Mehmûd, ku wekî geştyarek hatiye xwaringehê, dibêje: "Min li ser Facebookê dît û ez pir pê bi bandor bûm. Ez hatim ku van xwarinên xweş ên wekî yaprax, mirîşk û şîvên kurdewarî tehm bikim."

Li gel xwarinên tamxweş, dengê huner û muzîkê jî ji xwaringehê kêm nabe. Hunermend bi amûrên muzîkê yên wekî tembûrê, stranên folklorî û resen pêşkêşî mêvanan dikin. Ev yek dibe sedem ku mêvan demeke xweş û aram di nava dîroka zindî de derbas bikin.