Bayram Bozyel: Tiştê li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê diqewime jenosîd e

Bayram Bozyel
Bayram Bozyel

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Cîgirê Serokê Giştî yê PWK’ê Cano Amedî îro (Şemî, 10.01.2026) di konferanseka rojnamevanî de helwesta xwe li ser êrîşên li ser taxên Kurdan li bajarê Helebê ragihand.

Serokê PSKê Bayram Bozyel rewşa niha ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê wekî jenosîd wesif kir. Navbirî tekez jî kir ku mezinahiya wan êrîşan xeter e û ragihand: "Divê Kurdên her çar parên Kurdistanê li dijî vê karesatê helwesteka cidî, kiryarkî û yekgirtî hebe."

Di eynî konferansê de, Cîgirê Serokê Giştî yê PWK’ê Cano Amedî jî rexneyeka tund li rayedarên Sûriyeyê kir û got: “Êrîşa komên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê li ser taxên Helebê terorîstî ye.”

Cano Amedî amaje jî da: "Armanca Hikûmeta şovenîst a Şamê ew e ku hemî destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake.” Haydarî jî da ku, Şamê planeka xeter heye ku "demografiya bajarê Helebê biguherîne" û Kurdan ji deverên wan derxîne.

Di dawiya wê konferansê de jî, piştgiriya xwe ya temam ji bo bizav û têkoşîna Kurdên Rojava ji bo demokrasiyê û parastina mafên wan ên rewa tekez kir û bang li civaka navneteweyî kir ku rêyê li wan binpêkirinan bigire yên ku li dijî sivîlan tên kirin.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan ên Helebê, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, dane destpêkirin. Wan her du taxên Kurdan bombebaran kirine, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.