Ji ber êrîşa li ser nexweşxaneyên Şêx Meqsûd, banga destêwerdana navdewletî tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xebatkarên tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku rêveberê nexweşxaneyekê û biraziyê wî hatine kuştin û hemû navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine.

Desteya Tenduristiyê li bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê bal kişand ser karesata mirovî ya li taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) ên Helebê. Daxuyanî ji aliyê cîgira hevserokan Tolîn Hemo û Hevserok Mihemed Nûr Şebab ve hat xwendin.

'Nexweşxane tên armanckirin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şerê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ketiye roja 5’emîn û jiyana dehhezaran sivîlan di xetereyê de ye. Desteyê bi tundî bombebarana li ser Nexweşxaneya Xalid Fecir şermezar kir û diyar kir ku ev êriş sîstematîk in, da ku pergala tenduristiyê bi temamî felç bikin. Niha jiyana zêdetirî 70 birîndarên di hundirê nexweşxaneyê de, ji ber topbarana giran di bin metirsiyeke mezin de ye.

Yek ji agahiyên herî giran ên daxuyaniyê, nûçeya kuştina xebatkarên tenduristiyê bû. Hat ragihandin ku di dema serdegirtina taxa Eşrefiyê de, endamên artêşa Sûriyeyê gerînendeyê Nexweşxaneya Osman, Ednan Osman û biraziyê wî dermansaz Elî Osman bi awayekî hovîtî înfaz kirine. Hat destnîşankirin ku ev her du xebatkar ji bo xizmeta nexweşan, li nexweşxaneyê bûn.

'Sîstema tenduristiyê hilweşiya'

Desteya Tenduristiyê ragihand, ji ber êrişên berdewam û dorpêça ku bi mehan e berdewam dike, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hemû nexweşxaneyên giştî û taybet ji xizmetê derketine. Nebûna sotemenî, derman û pêdiviyên bijîşkî karesateke mirovî aniye asteke xeternak.

Banga li rêxistinên navdewletî

Desteya Tenduristiyê bêdengiya civaka navdewletî şermezar kir û banga lezgîn li Neteweyên Yekgirtî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Xaça Sor kir.

Herwiha got: "Em daxwaz dikin ku ev bêdengî were şikandin û li dijî van sûcên şer ên bi zanebûn, tedbîrên lezgîn werin girtin. Pêdivî ye ku parastina navendên bijîşkî li gorî Peymana Cenevreyê were mîsogerkirin û êriş werin rawestandin."