Serokwezîr Masrûr Barzanî pêşwazî li şanda Amedsporê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, îro 12ê Çileya 2026an pêşwaziya şandeke Desteya Rêveber a Yaneya Amedsporê bi serokatiya serokê yaneyê Nahît Eren kir.
Şanda mêvan di hevdîtinê de kurteyek derbarê kar, çalakî û rewşa yaneya Amedsporê de pêşkêş kir, ku wek yek ji yaneyên pêşeng û serkeftî yên werzişê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tê naskirin.
Herwiha şandê pesnê Serokwezîr Mesrûr Baranî da ji bo piştgirî û xema wî ya li ser warê werzişê û werzişvanên Kurdistanê, û her wiha ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.
Serokwezîr Masrûr Barzanî bal kişand ser rola giring a werzişê û werzişvanan di gihandin û pêşxistina peyama aştî, biratî û tebayiya di navbera gelan de. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li yaneya Amedsporê kir ji bo serkeftinên wan û hêviya pêşkeftineke hîn mezintir ji wan re xwest.
Di dawiya civînê de, Serokê Hikûmetê Masrûr Barzanî careke din piştgiriya xwe ji bo tevgera werzişî û hemû werzişvanan nû kir.