Asayiş: Li Helebê li dijî jinan tawanên şer tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) derbarê pêşhatên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek weşand. Asayîşê ragihand, di encama berxwedana li hemberî êrîşan de, du şervanên Asayîşa Jin gihîştine asta şehadetê û tawanên hovane yên li dijî jinan bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vîdyoyekê ku di rojên dawî de belav bûye û wijdanê mirovahiyê hejandiye. Hat diyarkirin ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê, tawaneke giran a şer pêk anîne; wan laşê şervaneke jin şêwandine û piştî şehadetê, laşê wê ji avahiyeke bilind avêtine xwarê. 

Asayîşê ev kiryar wekî "êrîşeke li ser rûmeta mirovahiyê" pênase kir û got ku ev yek binpêkirina hemû peymanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan e.

Herweha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, girtiyên di destê van koman de rastî êşkence, heqaret û seredariya nemirovane tên. Asayîşê bang li saziyên navneteweyî û dadgehên serbixwe kir ku lêpirsîneke lezgîn bidin destpêkirin û berpirsiyarên van tawanên ku bi demê re winda nabin, werin darizandin. Hat gotin ku ev polîtîkayên tûndûtîjiyê bi armanca belavkirina terorê û şikandina vîna civakê tên kirin.

Asayîşê tekez kir, jinên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi pêşengiya xwe ya di parastina rûmet û civakê de, modela herî bilind a fedakariyê nîşan dane. Hat ragihandin ku du şervanên "Hêzên Ewlekariya Jin a Helebê" piştî berxwedaneke dîrokî ya li dijî êrîşkarên zordest, gihîştine asta şehadetê.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û soza domandina têkoşînê nû kir. Hat diyarkirin ku ev tawanên hovane wê nekaribin vîna gelê Kurd bişkînin, berevajî wê, wê pabendbûna wan a bi mafên rewa, azadî û dadmendiyê hîn xurtir bike.