Gulistan Koçyigit: Kurd ne terorîst in, parêzvanên mafên xwe ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkara Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, li parlamena Tirkiyeyê bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên li ser Helebê da û pirsî: “Çawa dibe ku komên mîna HTŞyê ne terorîst bin, lê Kurdên ku berevaniya maf û zimanê xwe dikin wekî terorîst tên binavkirin?”

Gulistan Kiliç Koçyigit di civîna parlamentoyê de bal kişand ser êrîşên dawî yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Koçyiğit destnîşan kir ku koma bi navê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku êrîşî van taxan kir, berpirsê komkujiyên li dijî Elewiyan e û di lîsteya terorê ya gelek welatan de ye.

Koçyigit di axaftina xwe de rexne li nêzîkatiya Tirkiyeyê girt û wiha got: "HTŞya ku êrîşî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir, di komkujiyên li dijî Elewiyan de xwedî rol bû. Ew îro ji aliyê gelek welatan ve di lîsteya terorê de ne, lê Tirkiye wan wekî terorîst nabîne. Yên ku heta duh serê mirovan jê dikirin û jin û keç dikirin kole, îro bûne 'serkirde' û 'rêveberên welat' û nayên tawanbar kirin. Lê Kurdên ku herêmê ji destê DAIŞê rizgar kirin û bi hezaran şehîd dan, wekî terorîst tên nîşandan. Ev nêzîkatî bêedaletî ye û nayê qebûlkirin."

"Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin"

Alîkara Seroka Koma DEM Partiyê amaje bi wê kir, Kurd gelê herî dêrîn ê vê herêmê ne û têkoşîna wan a ji bo nasname, ziman û çandê li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê wekî mafekî rewa berdewam dike. 

Koçyigit wiha dewam kir: "Kurd ji bo ziman, çand û rûmeta xwe li her çar parçeyan têdikoşin û dê li ser vê rêyê berdewam bin. Tenê hêzeke ku dikare demokrasiyê bîne vê herêmê heye, ew jî Kurd in. Divê desthilatdariya Tirkiyeyê li hemberî aloziya Helebê xwedî helwesteke avaker be û li şûna piştgiriya komên tundrew, vîna gelê Kurd nas bike."

Alîkara Seroka Koma DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de bang li parlamentoyê kir ku li dijî hovîtiya li Helebê dengê xwe derxe û rê nede ku Kurdên li Sûriyeyê careke din rastî qirkirinê werin.