Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir û pê re rewşa giştî ya Iraqê û bizav û danûstandinên aliyên siyasî ji bo avakirina her du kabîneyan nû yên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 14.01.2026) ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 14.01.2026) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel kir.
Li gorî wê ragihandinê, di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem, rewşa giştî ya Iraqê û bizav û danûstandinên aliyên siyasî ji bo avakirina her du kabîneyên nû yên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: Di pareka din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşketin û guhertinên dawiyê yên rewşa deverê li hev guhertin.