HSD: Êrişên li ser Dêr Hafirê bi armanca koçberkirina sivîlan tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" ve topbarana li ser bajarê Dêr Hafirê didomînin û dixwazin bi vî rengî şêniyên herêmê bi zorê koçber bikin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê îro 16ê Çileyê têkildarî rewşa bajarê Dêr Hafirê di daxuyaniyekê de diyar kir, "komên Şamê" topbarana bêserûber li ser bajar didomînin, da ku zextê li şêniyan bikin û wan neçarî koçberiyê bikin.

Li gorî agahiyên ku HSD’ê parve kirine, "Dêr Hafir di nava çend saetan de, rastî zêdetirî 20 topan hat. Her wiha êrişeke bi droneke bombekirî jî pêk hat ku ev yek rasterast jiyana sivîlan dixe xeteriyê."

HSD’ê destnîşan kir ku ew ê li hember van êrişan bêdeng nemînin û ji bo parastina herêmê di amadebaşiyê de ne. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên me rewşa li ser erdê ji nêz ve dişopînin. Em erkê xwe yê parastinê pêk tînin û hemû tedbîrên pêwîst digirin da ku ewlehiya bajar û şêniyên xwe ji êrişên çekdaran biparêzin."

Bajarê Dêr Hafirê ku dikeve gundewarê rojhilatê Helebê, ji 13ê vê mehê ve rastî êrişên komên çekdar tê û ev yek dibe sedema tirs û nîgeraniyên mezin di nav xelkê de.