Şandeke Herêma Kurdistanê li Viennayê ye û çend peymanan îmze dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, bi serdaneke fermî gihîşt Viyenaya paytexta Nemsayê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Viennayê da zanîn, armanca seretayî ya vê serdanê, pêşxistina peywendiyên dualî û îmzekirina peymaneke fermî di warên ewlehî, aborî, bazirganî û dosyeya penaberan de ye. Tê çaverêkirin ku merasîma îmzekirina peymanê li avahiya Wezareta Navxwe ya Nemsayê birêve biçe.
Biryar e şanda Herêma Kurdistanê rêzecivînên girîng bi berpirsên pilebilind ên Nemsayê re pêk bîne ku ya yekem dê bi Wezîrê Navxwe yê wî welatî re be. Mijara sereke ya guftûgoyan dê xurtkirina hevahengiya dualî be.
Ciyawaziya vê serdanê ji yên berê ew e ku dê bi îmzekirina peymaneke fermî bidawî bibe. Bi vî awayî, hemû mijarên ku li ser tên axaftin dê bikevin warê cîbicîkirinê û bibin biryarên pratîkî.
Vexwendina şandê bo avahiya Wezareta Navxwe ya Nemsayê, wekî nîşana giringîpêdana wî welatî bi pêgeha siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê tê nirxandin. Her du alî dixwazin bi vê hevdîtinê peymana hevpeymanî û piştgiriya navbera xwe nû bikin û asta hevkariyan ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve bibin.
Welatê Nemsayê di salên borî de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, roleke çalak lîstiye û yek ji piştgirên sereke yên Hêzên Pêşmerge bûye. Wî welatî gelek rahênerên leşkerî şandibûn Herêma Kurdistanê ji bo perwerdekirina Pêşmergeyan di şerê li dijî terorê de.
Ev dîroka xurt a di warê leşkerî û ewlehiyê de, bingehek qahîm ji bo peywendiyên îro yên Hewlêr û Viennayê ava kiriye ku niha ev peywendî ber bi warên aborî û bazirganiyê ve jî berfireh dibin.