Serokwezîr Mesrûr Barzanî ber bi Davosê ve bi rê ket
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ber bi Swîsrayê ve bi rê ket.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 19.01.2026) ber bi Swîsrayê ve bi rê ket da ku tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê bibe.
Li gorî wê ragihandinê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê hejamreka civîn û hevdîtinan bi serok, rêberên payebilind û xwediyên karan ên cîhanî re bike, da ku guhertin û pêşhatên dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê nîqaş bike.
Herwesa behsa reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de bi armanca avakirina jêrxaneyeka aborî ya bihêz li Herêma Kurdistanê dike.
Gera 56ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê îro (Duşem, 19.01.2026) bi tevlîbûna zêdetir ji hezar serok, rêber û rayedarên welatan dê bê lidarxistin û heta roja Înê (23ê vê mehê) dê berdewam be.
Kesên tevlîbûyî dê pêşniyar û çareseriyên xwe ji bo rûbirûbûna qebxwaziyên heyî pêşkêş bikin. Ji bilî vê yekê jî, di çarçoveya wê korbendê de bi dehan peymanên aborî û ewlehiyê di navbera hikûmet û şîrketan de dê bên îmzekirin.
Mijarên korbendê
Mijara yekê ya vê korbendê dê bersiva pirsyara "Em çawa dikarin di cîhaneka pirî pêşbirkê de bi hev re bixebitin?" bide. Di demekê de ku dewletên bihêz ên cîhanê di pêşbirkê û hevrikiyên dijwar û berdewam de ne da ku senga hêzê biguherînin û hejmona xwe ferz bikin, ev korbend dixwaze bibe dergehek ji bo xebata bi hev re, şîrket, hikûmet û civaka sivîl da ku çareserî û pêngavên pêdivî bibînin.
Mijara duyê dê li ser "Em çawa dikarin çavkaniyên nû yên berfirehbûnê peyda bikin" biaxive. Vedîtina çareseriyan ji bo vê pirsa girîng ji bo şîrketan, hikûmetan û xelkî bi giştî, ji ber ku lihevguhertina bazirganî ji ber siyaseta nepiştrast a welatan û şerên li gelek deverên cîhanê dijwar bûye. Welat siyaseta aborî ji bo sepandina cezayan wekî çek ji bo rûbirûbûna dijberên xwe bi kar tînin.
Mijara sêyê li ser gefên teknolojiyê ye, xasma jî jîriya bidestçêkirî. Di vê çarçoveyê de bal li ser vê yekê ye; "Em çawa bikarin baştir veberhênê di mirovan de bikin?" Da ku şiyan û behreyên kitekesan pêş ve biçin û metirsiyê windakirina kar û bêkariyê bê kêmkirin, ji ber ku li gorî amarên wê korbendê, di pênc salên bê de 22% dê li cîhanê guhertin di karan de çê bibin, bi piranî ji ber bikaranîna jîriya bidestçêkirî ji hêla şîrket û hikûmetan ve.
Di mijara çarê de, ev korbend dê bizavê bike ku bersiva pirsyara "Em çawa dikarin dahênanê bi qebareyekê pêdivî û berpirsiyar belav bikin?" bide. Leza pêşkeftinê û sepandina jîriya bidestçêkirî hind e ku bibe metirsî li ser jiyana xelkî, civakê, guhertina jîngehê û siyaseta karkirina şîrket û pîşesaziyan. Piraniya welatan jî daxwaza sînordarkirina bidestxistina Zanyaran ji aliyê jîriya bidestçêkirî ve xasma jî zanyarên şexsî dikin.
Mijara pêncê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê dê nîqaşkirina wê yekê be ka "Em çawa dikarin di çarçoveya ewlehiya Erdê de jiyarxweşiyê bi dest bixin?". Guherîna keşûhewayê bandoreka rasterast li ser jêrxaneya aborî, sîstema xwarinê û ekosîstema xwezayî çê kiriye. Vê yekê jî wesa kiriye ku, hewcedariya çareseriya dostîniya jîngehê zêdetir bike.