Asayîş: Taxên Meyselûn û Sîna yên Qamişlo hatin bombebarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê îro 20ê Çileyê dengê çendîn teqînên bihêz hatin bihîstin. Hêzên Asayîşê ragihand, bajar bi dronên keşfê û motorsîkleteke bombekirî hatiye armancgirtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê têkildarî teqînên ku vê êvarê li bajarê Qamişloyê rû dane, daxuyaniyek belav kir. Li gorî agahiyên Asayîşê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk, bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û hêzên "hikumeta demkî", du caran taxa Meyselûn û aliyê pîşesaziyê (Sîna) bombebaran kirin.
Herwiha hat ragihandin, piştî êrişên asmanî, li nêzî Nexweşxaneya Dil û Çav motorsîkleteke bombekirî hat teqandin. Di encama van êrişan de, zirarên madî yên mezin çêbûne, lê hat diyarkirin ku tu ziyanên canî nînin.
Êriş di dema agirbestê de pêk hat
Ev teqîn û êriş di demekê de ne ku li herêmê hewldanên ji bo aramkirina rewşê hebûn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh Sêşemê (20.01.2026) bi daxuyaniyekê ragihandibû, ew bi peymana agirbestê ya 18ê Çileyê ya bi Hikûmeta Şamê re, pabend in.
Fermandariya Giştî ya HSDê destnîşan kiribû ku ew ji bo çareseriya aştiyane û diyalogê amade ne û heta êriş li ser wan neyê kirin, ew dest bi tu çalakiyên leşkerî nakin. Li gorî daxuyaniya HSDê, armanca vê agirbestê hêsankirina danûstandinan li ser pirsên îdarî û ewlehiyê yên li Hesekê û çareserkirina pirsgirêkên têkildarî girtîgeh û kampên DAIŞ’ê ye.