Îro serokekî nû ji bo Iraqê tê hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê bernameya rûniştina îro ya taybet bi hilbijartina Serokkomarê nû yê Iraqê aşkere kir. Di rûniştina îro de, 18 berbijar ji bo bidestxistina vê postê di pêşbaziyê de ne.

Li gorî bernameya parlamentoyê, rûniştina îro 27ê Çileya 2026an, di saet 11:00an de dest pê dike. Ev rûniştin di çarçoveya gera heştemîn a werzê yekem ê xula şeşemîn a yasadanînê de tê lidarxistin.

Posta Serokkomariyê para Kurdan e

Li gorî wê lihevkirina siyasî ya ku piştî sala 2003an Iraq li ser hat avakirin, posta Serokkomariya Iraqê para Kurdan e. Ji ber vê yekê aliyên Kurdistanî yên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê tevî berbijarên serbixwe, navên xwe ji bo vê postê pêşkêş kirine.

Hejmara berbijaran daket 18an

Her çend di serî de 81 kesan serlêdan kiribû, lê piştî nirxandina kurtejinanan, Serokatiya Parlamentoyê lîsteyeke ji 19 kesan pêkhatî eşkere kiribû. Lê belê, Newzad Hadî ku yek ji her du berbijarên PDKê bû, ji pêşbaziyê vekişiya; lewma niha 18 berbijar mane.

Berbijarên sereke û navdar ev in:

Fuad Husên, Letîf Cemal Reşîd, Musenna Emîn, Ebdullah Mihemed Elî, Nizar Mihemed Seîd, Şiwan Hewêz, Ehmed Ebdullah, Husên Taha Sincarî, Necmedîn Ebdulkerîm, Aso Ferîdûn, Saman Elî Şalî, Sebah Salih Seîd, Îqbal Ebdullah, Serdar Ebdullah, Xalid Sidîq, Azad Mecîd, Rafi Ebdullah û Salim Hewas.

Pêvajoya hilbijartinê çawa birêve diçe?

Ji bo hilbijartina serokekî nû, parlamento li gorî madeya 70yê ya Destûra Iraqê van gavan dişopîne:

1.    Rêjeya Yasayî: Ji bo ku rûniştin dest pê bike, divê du li ser sêya endamên parlamenê (219 parlamenter ji 329an) amade bin.

2.    Gera Yekem a Dengdanê: Berbijarek ji bo ku di gera yekem de biser bikeve, divê dengê 219 parlamenteran (2/3) bi dest bixe.

3.    Gera Duyem (Heke pêwîst be): Heke di gera yekem de tu berbijar negihîje 219 dangan, du berbijarên ku herî zêde deng girtine derbasî gera duyem dibin. Di vê gerê de, kîjan berbijar dengê herî zêde bistîne, dibe Serokkomarê nû yê Iraqê.

4.    Sûnda Yasayî: Serokê ku tê hilbijartin, tavilê li pêşberî parlamenteran sûnda destûrî dixwe û dest bi karê xwe dike.