Mehmet Emîn Kardaş: Kurd ber bi netewebûyînê ve diçin; yekrêzî kilîta serkeftinê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, derbarê geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir. Kardaş destnîşan kir ku tevî hemû xiyanet û lîstikên navdewletî, gelê Kurd bi helwesteke neteweyî ber bi yekrêziyê ve gavên girîng davêje.

Serokê PDK-T’ê destnîşan kir jî tevî êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê bi al û dirûşmên neteweyî rabû ser piyan. Kardaş ev rewş wekî qonaxeke nû ya "netewebûyînê" nirxand û wiha dewam kir: “Gelê me bi yek helwest û yekrêziyê deng veda. Di vê pêvajoya nû de, divê Kurd berjewendiyên stratejîk bigirin ber çavan, dost û dijminên xwe nas bikin û aştiya navxwe pêk bînin.”

Daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK-T:

Di sala 2003 de ku DYA Eraq dagir kir di dema şerê navxwe yên dewleta Suri de bi armanca ola Xiristiyan têk bibê daîş ji nava rêxistina El-qaide xwe bi navê Dewleta Ereb Îslam Şam (daîş-işîd) ragihand. Bi armanca dewleta Îslamî damezrênê dest bi êrîşên terorê kir. DYA, dewletên welatên rojava (Îngîltere, Fransa, Almanya) ji bona pêşî liber daîş bigirê bi rengê teqtîk piştgirî dane PYDê, bi dehan eşîrên ereban û ji gurubên biyaniyan hevkariyek di nav PYD de bi navê Hêza Suriya Demokratik (HSD) ava kirin. Hêza HSD’ê bi daîş îşîd re kete şer, êrîşên daîş ji ser welatên rojava birîn, şerê daîş tenê di herême rojavada ma, ger kurda şerê daîş nekiriba. (îşîd-daîş dê heta nava dewletên rojava biçûna, ola xiristiyan têk dibir. Ji ber ku HSD statûyak e Kurdistanê armanc ne dikir Kurd di ber DYA û welatên rojavada bûna qurban.  Eger PYD statûyek ji kurdan re armanc kiribûna hevkarî bi eşîrên ereban û biyaniyan re nedikir ew mafdar bu ku bi xweser mafê xwe biparaste.

Dema Serokê Suriye Beşer Esed welatê xwe terk kir saziyên dewletê felişîn, artêşa welêt, saziyên sivîl têkçûn û tev ji hev belawela bûn. Serokê HTŞ Colanî / El şara yê ku DYA wî weke terorîstî hatibû ragihandin, li ser wî xelata 10 milyon dolar danîbû rojekê me dit DYA rê li ber htş vekir, Colani) li ser pişta bisiklêta û pikapan bê teqandin hat li Şamê bû Serokkomarê Suriye yê.

 YPG /HSD di Suriye de hêza herî mezin, polîtîk û xwediyê xaka xwe a dîrokî bûn stayûyeke Kurdistan armanc kiribûna,  di rojên wilo ku dewleta dagirker di nava qirîzê de ye, miletê mêtîngeh dewleta xwe avadikin. Lê mixabin di hevkariya HSD’ê yên ne kurd sefê xwe terk kirin;  bi kurdan re xiyanet kirin. Li gel komara Suriya Areb cî girtin. Li gorî agahiyan rêjeya ereban û biyaniyan di nava rêxistina HSD de ji sedî dora 60-65 bûn,

DYA, Îngîltere, Fransa ji bê deng man bi serde jî pişgiriya terorîst Colanî kirin û dest keftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê tek çû.  Lê di pêşberî vê rewşaê de gelê Kurd bê helwest nema li çar parçeyê Kurdistanê û li diyaspora bi al û reng û deng û bi durişmeyên Kurdistanê xwepêşandan çêkirin, netewtiya xwe, bi yek helwestê û bi yekrêziyê deng vedan. Bi van rûdanan, bi giyaneke netewî Kurd di pêvejoya nû de, divabê têkilî û berjewendiyên nav dewletî yên li heremê bigirê ber çavan, li gorî qonjektora heyî konevaniyek netewî, stretêjîk bi kar bînê. Em dostû dijminên xwe nas bikin, yek rêzÎ û aştiya navxwe çêbikin; ji nav xwe dijmana çênekin dijminê heyî besî me ne.

Em hêvîdar in ku pêşeroja miletê Kurd bi ronî, serkeftî be. Di Rojhilata Navinde wê ji nû de sinor bêne danîn. Divabê Kurd li ser maseya navdewletî de ciyê xwe bigirê ev jî bi yekrêziya nav milletê Kurd de ye Kurdistan ciyê xweyî bi rûmet dê werbigirê. 26.01.2026