Henîfî Eren: Kurd ji bo demokrasiya dagirkeran şer nakin, lê ji bo azadiya xwe tê têdikoşin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Henîfî Eren, derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê ji Kurdistan24ê re axivî û destnîşan kir, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê îro bi yek dilî ji bo Rojava li ser pêyan e û tekez kir jî, çareserî bêyî "statuya siyasî" nayê qebûlkirin.

“Bakur bi hemû hêza xwe li pişt Rojava ye”

Henîfî Eren bal kişand ser pêla piştgiriyê ya li Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku ev ne tenê hesteke mirovî, lê erkeke neteweyî ye. Eren got: “Dilê me îro li Rojava, li Kobanî û li taxên Kurdî yên Helebê lê dide. Li Bakur ruhê neteweyî dîsa şiyar bûye. Kurd êdî naxwazin xwişk û birayên wan di bin zulmê de bimînin û ji bo parastina destkeftiyan amade ne her berdêlî bidin.”

Eren di axaftina xwe de siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî herêmê rexne kir û diyar kir ku Enqere naxwaze li ti derê Kurd bigihîjin statuyeke fermî. Herwiha got: “Helwesta Tirkiyeyê ne dostane ye. Ew dixwazin bi hişmendiya ‘yek dewlet û yek milet’ pêşiya mafên Kurdan bigirin. Lê divê were zanîn ku Kurdên îro ne Kurdên sedsala borî ne; em êdî bê statu û bê nasname jiyanê qebûl nakin.”

“Çareserî Federalîzm an jî Serbixwebûn e”

Derbarê gotûbêjên li ser paşeroja Sûriyeyê de, Cîgirê Serokê HAK-PARê got: “Kurd ne ne neçar in ku ji bo demokrasiya dagirkerên xwe şer bikin an canê xwe bidin. Em demokrasiya pêşkeftî ji bo her kesî dixwazin, lê daxwaza me ya sereke 'statu' ye. Çi federalîzm be, çi otonomî yan jî serbixwebûn be; divê Kurd li ser axa xwe xwedî îrade bin. Paradîgmaya ku dibêje ‘dewlet ne pêwîst e’, xizmeta dijminên Kurdan dike.”

Rola Serok Barzanî û Peyama Yekîtiyê

Henîfî Eren amaje bi giringiya mîsyona Serok Mesûd Barzanî ya di yekxistina navmala Kurdî de kir û got: “Ji sala 2012an û vir ve, hewildanên Serok Barzanî ji bo ku Kurdên Rojava bi yekdengî herin danûstandinan, dîrokî ne. Heke îro destkeftiyek hebe, bi saya wê vîzyonê ye. Ez bang li hemû aliyên siyasî yên li Rojava dikim ku li ser xeta neteweyî û di bin sîwana yekrêziyê de bicivin. Kilîta rizgariyê li Hewlêrê ye, di yekîtiya bi Serok Barzanî re ye.”

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ruhê neteweyî yê ku îro li qadan tê dîtin, dê rê li ber serkeftineke mezin veke û Kurd dê di sedsala nû de bibin xwedî statuya ku heq dikin.