SOHR: Bi dehan malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê reviyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî guhertinên leşkerî yên dawî û derbasbûna artêşa Sûriyeyê bo Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Holê reviyan.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, îro 27’ê Çileyê bi dehan kes ji malbatên çekdarên DAIŞ’ê (jin, mêr û zarok) ji Kampa Holê reviyane. Li gorî zanyariyan, ev rev piştî êrişeke malbatên DAIŞ’ê li ser pasewanên hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta Şamê ve, pêk hatiye.

Hat diyarkirin, endamên malbatên DAIŞ’ê êrişî pasewanên kampê kirine da ku rêya revê ji xwe re vekin. Tevî ku hêzên ewlehiyê hewl dane rê li ber wan bigirin, lê beşeke mezin a van malbatan karîne ji kampê derkevin û ber bi cihên nenas ve birevin.

Niha li nav kampê rageşiyeke pir giran heye. Ev bûyer bûye sedema tirseke mezin di nav xelkê navçeya Holê û gundewarê Hesekê de, ji ber metirsiya belavbûna van kesan di nav herêmê de.

Çavdêrên siyasî û leşkerî destnîşan dikin, sedema serekî ya vê revê û têkçûna ewlehiyê, guhertina desthilatdariya li herêmê ye. Piştî ku artêşa Sûriyeyê û hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve dest danîn ser herêmê, di sîstema parastin û kontrolkirina kampê de valahiyeke mezin çêbû, ku ev yek ji bo malbatên DAIŞ’ê bû derfetek, da ku planên xwe yên revê pêk bînin.