Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amarên nû yên çalakiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê belav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, di rapora 6emîn a dezgehê de amarên nû yên alîkariyên mirovî yên bo Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Li gorî raporê, heta niha zêdetirî 250 barhilgir alîkarî gihîştine herêmê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed îro 30î Çileyê di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo, hûrgiliyên kar û çalakiyên dezgehê yên heta nîvê şeva 29ê mehê parve kirin. Mûsa Ehmed diyar kir ku tîmên wan bi şev û roj ji bo alîkariya lêqewmiyan li ser kar in.

Amarên giştî û locîstîk

Li gorî amarên nû ya BCFê:

- 255 barhilgir alîkariyên mirovî gihîştine Rojavayê Kurdistanê.

- 478 xebatkar û karmend di pêvajoya veguhastin û dabeşkirina alîkariyan de beşdar bûne.

- 7,475 malbat ji alîkariyên curbecur sûdmend bûne.

- Alîkarî gihîştine 160 dibistan û 9 mizgeftan.

Sotemenî û germkirin

Di vî zivistanî de dabînkirina sotemeniyê yek ji karên sereke yên BCFê ye. Mûsa Ehmed eşkere kir ku:

- 241,632 lître neft li herêmê hatiye dabeşkirin.

- 6,850 malbatên aware neft wergirtine.

- 178 dibistan û 10 mizgeft bi sotemeniyê hatine dabînkirin.

Dabînkirina xwarina germ

Ji bo piştgiriya awareyên ku li navendên demkî dimînin, BCFê 25,589 xwarinên germ dabeş kirine. Awareyên ku li 69 dibistan û 5 mizgeftan hatine bicihkirin, bi awayekî rojane xwarina germ werdigirin.

Xizmetên tenduristiyê

Tîmên pizîşkî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li qadan berdewam in û heta niha:

- Xizmetên tendurustî û dermankirin pêşkêşî 3,541 kesan kirine.

- Li 47 dibistanên cuda yên herêmê pişkinîn û çavdêriya pizîşkî encam dane.

Mûsa Ehmed di dawiya konfransê de tekez kir, ev amaran hemû çalakiyên wan ên ji roja yekem heta dawiya roja 29ê Çileyê li xwe digirin û wek erkeke mirovî ew ê li ser xebatên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.