Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe bo rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de ragihand û ew wekî "pêngaveke girîng û durist" bo bidawîanîna aloziyan pênase kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30î Çileyê daxuyaniyek derbarê lihevkirina dawî ya li Sûriyeyê belav kir û tê de tekez kir, ew piştgiriya vê lihevhatinê dikin ji bo rawestandina şer, yekkirina saziyên leşkerî û kargêrî, mîsogerkirina mafên medenî û perwerdehiyê yên gelê Kurd û vegera birûmet a koçberan bo ser cih û warên wan.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Em hêvîdar in ev gav bibe cihê avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bê de bê mîsogerkirin. Ev yek dê aramiyê ji bo Sûriye û herêmê bi giştî dabîn bike.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Em pêşwazî û piştevaniya lihevhatina navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê dikin ji bo rawestandina şer, têkelkirina saziyên leşkerî û kargêrî, misogerkirina mafên medenî û perwerdehiyê yên gelê Kurd û vegera koçberan bo ser cih û warên wan.

Ev lihevhatin pêngaveke girîng û durist e ji bo çareseriya aştiyane û bidawîanîna aloziyan. Me her tim tekez kiriye ku diyalog, hevfêmkirin û rêyên siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

Ev lihevhatin zemîneyeke bihêz ji bo tenahî, aştiya civakî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan xweş dike. Em hêvîdar in bibe cihê avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bihêt de û bidestveanîna aramiyê ji bo Sûriye û herêmê bi giştî.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30/1/2026