Tom Barrack: Rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyê pêngaveke dîrokî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, piştgiriya Washingtonê bo rêkeftina giştgîr a navbera HSD û Şamê ragihand. Barrack tekez kir jî, naskirina zimanê Kurdî û vegerandina mafên welatîbûnê bo Kurdan, werçerxanek nû ye di dîroka Sûriyeyê de.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack îro 30î Çileya 2026an li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" peyameke berfireh û giring derbarê lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de belav kir. Barrack ev gav wekî "pêngaveke dîrokî" bo aştiya niştimanî û aramiya mayînde pênase kir.

"Biryarnameya Hejmar 13: Mafên Kurdan hatin mîsogerkirin"

Tom Barrack di peyama xwe de bal kişand ser çend xalên stratejîk ên rêkeftinê û bi taybetî amaje bi "Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13" kir. Barrack diyar kir ku ev biryarname destkeftiyek mezin e bo gelê Kurd û wiha got:

- Mafê Welatîbûnê: Mafê welatîbûna Sûrî bo hemû kesên ku berê jê hatibûn bêparkirin (Kurdên bênasname), tê vegerandin.

- Zimanê Kurdî: Zimanê Kurdî ligel zimanê Erebî wek "Zimanê Niştimanî" yê Sûriyeyê hat naskirin.

- Perwerde: Rê hatiye dayîn ku zimanê Kurdî li herêmên pêwendîdar di dibistanan de bê xwendin.

- Parastina Yasayî: Yasayên nû hatine derxistin ku rê li ber her cure cudakariya nijadî û neteweyî bigirin.

Yekkirina hêzan û nûneratiya HSDê

Barrack destnîşan kir ku ev rêkeftin ne tenê li ser kaxezê ye, lê pêvajoyek dabeşkirî ye bo yekkirina pêkhateyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nava saziyên dewletê de. 

Barrack herwiha eşkere kir ku fermandar û nûnerên payebilind ên HSDê dê di astên bilind ên dewletê de xwedî rol û nûneratî bin.

Pesnê qehremaniya Kurdan

Nûnerê Amerîkayê pesnê berxwedan û qurbanîdana gelê Kurd da û ragihand: “Gelê Kurd bi qehremanî û berxwedana xwe ya bêhempa di parastina Sûriyeyê de li dijî radîkalîzmê (terorê) roleke sereke lîst. Ev kêlî bo wan xwedî giringiyeke taybet e, ji ber ku neheqiyên dîrokî tên sererastkirin û Kurd dibin beşekî sereke ji biryardana bo paşeroja Sûriyeyê.”

Banga bo dubare avakirina welat

Tom Barrack di dawiya peyama xwe de diyar kir ku ev yekitiya bi rêya diyalogê hatî avakirin, rê li ber dubare avakirina saziyan û vegerandina baweriyê vedike. 

Barrack destnîşan kir jî, ev rewş dê veberhênerên biyanî jî bikişîne Sûriyeyê da ku welat ji nû ve ava bibe û Sûriyeyê bibe mînaka aramî û hêviyê li herêmê.

Rêkeftina HSD û Şamê

Ev daxuyaniya Tom Barrack piştî wê tê, Navenda Ragihandinê ya HSDê îro hûrguliyên rêkeftineke giştgîr ligel hikûmeta Sûriyê ragihandin ku xalên wê yên sereke ev in:

- Agirbest û Leşkerî: Li seranserî eniyan agirbest hat ragihandin. HSD wek fîrqeyeke leşkerî (ji 3 lîwayan) di nava artêşê de cih digire û lîwayeke taybet jî bo hêzên Kobanê tê avakirin.

- Ewlehiya Bajaran: Hêzên Wezareta Navxwe derbasî Hesekê û Qamişlo dibin; pêvajoya yekkirina Asayîşê dest pê dike.

- Rêveberî û Karmend: Saziyên Rêveberiya Xweser di nava dewletê de tên yekkirin û mafên karmendên sivîl tên parastin.

- Mafên Kurdan: Mafên sivîl û perwerdeyê (bi taybetî zimanê Kurdî) yên gelê Kurd hatin mîsogerkirin.

Mijarên Mirovî: Her du alî garantî didin ku hemû aware û koçber bi silametî vegerin ser malên xwe.