Cafer Êmnîkî: Serok Barzanî her tim di xema Rojavayê Kurdistanê de bûye

Cafer Êmnîkî
Cafer Êmnîkî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cefer Îmnîkî îro (Şemî, 31.01.2026) di daxuyaniyeka rojnamevanî de bal kişand ser rewşa siyasî ya deverê û girîngiya doza Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: Parastina ketwarê niha yê Rojavayê Kurdistanê armanceka sereke ye ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û serkirdetiya siyasî ya Kurd. Serok Barzanî her tim di xema Rojavayê Kurdistanê de bûye, her ji destpêka salên 2011 û 2012ê heta niha.

Cefer Êmnîkî di derheqa têkoşîna li dijî terorê de amaje da ku Kurdan rola dîrokî û yekalîker dîtiye û got: Tevahiya cîhanê di şerê li dijî DAIŞê de deyndarê Kurdan e ji ber ku heke Kurd neban, DAIŞ nedihat şkandin. Ev rastiyek e ku li Iraq û Sûriyeyê hatiye îspatkirin.

Navbirî di pareka din a axaftina xwe de behsa rewşa jeopolîtîk a deverê jî kir û got: Ketwarê Rojavayê Kurdistanê pir hestyar e û pêdivîtiya wê bi pişgiriyê heye, hem li ser asta Herêma Kurdistanê û hem jî li ser asta navneteweyî. Serkirdetiya PDKê û Serok Barzanî her tim ji bo parastina wan destkeftiyan bi rêya dîplomasiyê li ser xetê bûn.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê destxweşî li xelkê Kurdistanê û medya û bikaranîna medyaya civakî ji bo wê hesta neteweyî ya bilind a ku wan nîşan daye kir û got: Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê yek can, yek laş û yek armanc in, ew jî jiyana bi rûmet û serbilindî ye. Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Bexdayê bizavên xwe ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratîk didomînin.