Erd li ser 13 hezar fermanberên Zaxoyê tê belavkirin

Mişîr Mihemed
Mişîr Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Zaxoyê ragihand ku, parçeyên erdî dê li ser fermanberan bên belavkirin. Tekez jî kir ku, kesên ku erdên wan dikevin ber masterplanê dê bên qerebûkirin.

Qayimqamê Zaxoyê Mişîr Mihemed îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re got ku pêvajoya belavkirina erdî berdewam e û di qonaxa duyê de zêdetir ji 13 hezar fermanberan dê feydeyî jê werbigirin.

Mişîr Mihemed herwesa got ku, niha kar li ser qerebûkirina xwediyên erdan tê kirin, ku bizavê dikin di meha bê de biqede.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê li roja 27ê Adara 2024ê, li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dan ku erd li ser hemî wan fermanberan bê belavkirin ên ku ji wergirtina erdê feyde wernegirtiye, bi şertekî ku dema xizmeta wan ji heşt salan kêmtir nebe.

Ew biryar li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya Weqaî Kurdistanê de hat belavkirin.