Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê valakirina avahiyê xwe li Enkaweyê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê piştî 14 salan valakirina avahiyê xwe yê kevin li Enkaweyê ragihand.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) ragihand ku, pêvajoya valakirina avahiyê wê yê kevin bidawî hat, ku zêdetir ji 14 salan li bajarkê Enkaweyê bû.

Konsulxaneya navbirî amaje jî da ku, birêvebirina wê taxê ji 1ê Sibatê ve radestî şaredariyê û xwediyên malan tê kirin û ev radestkirin li gorî lihevkirina di navbera her du aliyan de bû.

Herwesa behsa wê yekê jî kir ku, konsulxane dê jêrxaneya elektrîkê û hin tiştên din jî wekî percanê ewlehiyê û dîwarê konkirîtî ji bo bikaranîna şaredariyê bihêle.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê spasiya xelkê Enkaweyê û aliyên peywendîdar jî kir.