Serok Barzanî û Nûnerê Trump rewşa Sûriyeyê û navçeyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, di peywendiyeke telefonî de dawîn geşedanên siyasî yên herêmê û guhertinên li Sûriyeyê gotbêjkirin.
Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack, îro 8ê Sibatê bi rêya telefonê axivîn.
Di vê peywendiyê de, her du aliyan guftûgo li ser rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û guhertin û pênasên dawî yên li Sûriyeyê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî û Tom Barrack li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê hemû gavên pêwîst ji bo rêgirtin li her cure alozî û şer bên avêtin, da ku aştî û aramî li herêmê bicih bibe.
Herwiha her du aliyan ji ber wan rolên bibandor û karîger ên ku di vegerandina aramî û aştiyê de lîstine, destxweşî li hev kirin.
Di beşeke din a peywendiyê de, Serok Mesûd Barzanî pêzanîna xwe ji bo rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) anî ziman û tekezî li ser girîngiya berdewambûna hevpeymaniya stratejîk a di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de kir.