Brian Mast: Divê Şam peymana xwe bi HSDê re bi kiryar bi cih bîne

Brian Mast
Brian Mast

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Kongirêsa Amerîkayê ragihand ku, parastina HSDê wekî hevpeymaneka Kurd û dijeteror serpişka karên Amerîkayê ye. Tekez jî kir ku, Waşinton ji Hikûmeta Sûriyeyê pêngavên cidî hêvî dike ku kêmaniyan biparêze û peymanên bi HSDê re bi cîh bîne.

Endamê Kongirêsa Amerîkayê û Serokê Komîteya Jêr a Çavdêrî û Lêpirsînê Brian Mast îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) di rûniştineka taybet de li ser paşeroja Sûriyeyê helwesta welatê xwe li ser guhertinan û têkiliyên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihand.

Brian Mast tekez kir ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevpeymaneka Kurd û hevpareka kevn a Amerîkayê di şerê li dijî terorê de ye. Wî bi tundî rexne li wan pêngavan kir ên ku li dijî HSDê hatine avêtin û got: Ew kiryarên li dijî HSDê hatine kirin, ku bûn sedema veguhestina heft hezar çekdarên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê, bi tu rengan nayên qebûlkirin.

Navbirî li ser veguhestina desthilatdariyê ji Beşar Esed bo Ehmed Şera jî amaje da: Amerîka rewşê ji nêz ve dişopîne, çekê spî (Blank Check) ji aliyê Amerîkayê ve bi Ehmed Şera nehatiye dan. Her çend cezayên Sezar ji ber nemana cezayan hatine rakirin jî, lê divê şert û merc bên bicîhanîn.

Endamê Kongirêsa Amerîkayê herwesa nîgeraniya welatê xwe li ser tundûtûjiya li dijî kêmaniyên olî û etnîkî yên wekî Kurd, Durzî û Elewiyan jî anî ziman û ragihand ku, ev pêngav in ber bi rêyeka xelet.

Brian Mast behsa peymana di navbera Ehmed Şara û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de jî kir û got: Kongirês bi dîtina peymana tevlihevkirina hêzan, ku di navbera Şam û HSDê de hatiye îmzekirin, kêfxweş bû lê em li benda pêngavên kiryarkî ne, ne tenê gotinên vala.