Herêma Kurdistanê mehane bi zêdetir ji 11 milyar dînar dermanan dikire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî encamên serjimêriya giştî ya Iraqê red dike. Berzincî hişyarî da ku ev encamên "siyasî" dê mafên tenduristiyê yên welatiyên Herêmê binpê bikin.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî ji Kurdistan24ê re diyar kir, Wezareta Plandananê ya Iraqê pabendî rêkeftinên berê yên bi Hewlêrê re nebûye. Berzincî destnîşan kir ku nexasim di mijara navçeyên Kurdistanî (Madeya 140) û nehesibandina koçberan li ser para Herêma Kurdistanê de, neheqiyeke mezin hatiye kirin.

Dr. Saman Berzincî got: "Gumanên me yên mezin li ser siyasîbûna vê proseyê hene. Ev serjimêrî dê bandoreke rasterast û nerênî li ser budçeya sala 2026an û xizmetguzariyên giştî bike."

Derbarê dabînkirina dermanan de, Wezîrê Tenduristiyê zanyariyên metirsîdar aşkere kirin û ragihand, hikûmeta federal tenê %41 ê pêdiviyên dermanan ji Herêma Kurdistanê re dişîne.

Berzincî diyar kir, ji bo dagirtina vê valahiya mezin, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî Hikûmeta Herêmê mehane 11 milyar û 200 milyon dînar ji bo kirîna derman û pêdiviyên bijîşkî xerc dike. Ev budçe ji bo dermanên nexweşiyên giran ên mîna penceşêr, nexweşiyên dil û çêkirina amûrên bijîşkî tê bikaranîn, ku li gorî yasayê divê Bexda wan di çarçoveya "budçeya hakîme" de dabîn bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Dr. Saman Berzincî bal kişand ser zexta li ser sektora tenduristiyê û got: "Niha Herêma Kurdistanê xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêşî zêdetirî 1 milyon û 200 hezar koçber û penaberan dike. Herwiha rojane hejmareke mezin a welatiyan ji parêzgehên din ên Iraqê ji bo wergirtina çareseriyan berê xwe didin nexweşxaneyên Herêmê. Ev yek barekî giran dixe ser milê budçe û dermanên me, lê Bexda di vê mijarê de tu alîkariyeke berçav nake."

Di dawiyê de Wezîrê Tenduristiyê bang kir ku mafên tenduristiyê yên welatiyan nebin qurbaniya milmilane û nakokiyên siyasî û daxwaz kir ku di budçeya sala bê de hemû şayisteyên darayî yên sektora tenduristiya Herêmê werin garantîkirin.