Ji Diyarbekirê 25 barhilgirên alîkariyê gihîştin Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya kampanyaya hevgirtinê ya ku ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Diyarbekirê ve hatibû destpêkirin, 25 barhilgirên alîkariyên mirovî gihîştin bajarê Kobanê.

Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Diyarbekirê ji bo balkişandina ser krîza mirovî ya li Kobaniyê û dabînkirina pêdiviyên lezgîn, karwanekî alîkariyê amade kiribû. Hat ragihand ku karwanê ji 25 barhilgirên tije kelûpelên bingehîn pêk dihat, bi rêya Deriyê Gumrikê yê Çobanbeyê derbasî Kobanê bû û radestî aliyên peywendîdar hat kirin.

Li gorî agahiyan, di destpêkê de hatibû xwestin ku ev alîkarî bi rêya Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bibin. Karwanê yekem ku di 30ê Çileyê de bi rê ketibû, li ser biryara Walîtiya Rihayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat rawestandin û destûr nehat dayîn ku derbas bibe.

Ji ber vê astengiyê, karwanê alîkariyê neçar ma vegere Diyarbekirê. Piştî danûstandinên dûr û dirêj û piştrastkirina ku ev karwan tenê ji bo armancên mirovî hatine amadekirin, rê hat vekirin ku alîkarî bi rêya Deriyê Sînorî yê Çobanbeyê derbas bibin.

Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Diyarbekirê ragihand, ev alîkarî di bin çavdêrî û ewlehiya wan de gihîştine Kobanê. Herwiha hat destnîşankirin ku kampanyaya komkirina kelûpelên xwarin, derman û pêdiviyên din ên sereke ji bo xelkê herêmê hîn jî berdewam dike û daxwaz ji xêrxwazan hat kirin ku piştgiriya xwe zêdetir bikin.