Nêçîrvan Barzanî gihîşt Almanyayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de gihîşt Almanyayê, herwesa di wê konferansê de dê hejmareka hevdîtin û civînan bi serkirde û berpirsên payebilind ên welatan re hebe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) bi vexwendineka fermî ji bo tevlîbûna di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de gihîşt Almanyayê.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di wê konferansê de ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşketinên deverê bi giştî, Nêçîrvan Barzanî dê hejmareka hevdîtin û civînan bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan re bike.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, ku her sal bi tevlîbûna hejmareka mezin a serkirde û berpirsên payebilind ên welatan tê lidarxistin, derfetek e ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser pirsa ewlehî, tenahî, pirsgirêkên cîhanî û nîqaşkirina çareseriyan ji bo pirsgirêk û aloziyan.