Siyasetmedarên Kurd: Bêyî naskirina nasname û zimanê Kurdî çareserî nabe
Diyarbekir (K24) – Partî û rêxistinên ku hevgirtiyên Dem Partiyê ne, derbarê raporta encamê ya komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê de dibêjin, raport bo pêşxistina demokrasî û hiquqa Tirkiyeyê pêşniyarên baş dike ku ji xwe yasayên ku niha di meriyetê de ne jî eger werin cîbicîkirin dikarin Tirkiyeyê bikin welatek demokratîk, lê ev raport pêşniyara çareseriya pirsa kurd nake. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin divê bi awayeke zelal pirsa kurd were pênasekirin û gavên şênber werin avêtin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê raporta xwe ya encamê aşkere kir. Raport ji 60 rupelan û ji 7 beşan pêk tê. Di beşa sêyem de behsa biratiya kurd û tirkan tê kirin, di beşa 6emde jî behsa pêşniyarên gavên yasayî tê kirin. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku di raportê de pênaseya pirsa kurd nîne û her wiha her çiqas guhdariya 178 kesan hatibe kirin jî behsa bêhuqiqiyên li dijî kurdan pêk hatine nayê kirin.
Cîgirê Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş ji K24ê re got: “Min raport ji serî heta binî xwend ku min dît bo nasîna mafên kollektîf ên kurdan tiştek nîne û bo redkirina bidestxistina van mafan hatiye amadekirin. Tê famkirin ku armanc ne çareseriya pirsa kurd e û armanc ew e ku mijûlkirin e.”
Siyasetmedarên kurd dibêjin ku raport dide nîşan nêrîna dewletê ya derbarê pirsa kurd de, nehatiye guherîn û her wiha bal tê kêşan ku ji xwe aşkere bûbû ku dê raport ji çareseriya pirsa kurd zêdetir giringiyê bide jiholêrakirina çekan.
Serokê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya dibêje: “Ji raportê tê famkirin ku hişmendiya dewletê ya derbarê çareseriya pirsa kurd de nehatiye guherîn, behsa mafên kurdan nake, bo ziman behs heye lê tê gotin herkes dikare bi zimanê xwe biaxife, ango ji çiya mişkek derket. Lê ev yek dihate pêşbînîkirin ku pêvajo bo çekberdana PKKê ye.”
Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dibêjin, komîsyon dixwaze çareseriya pirsa kurd bi serbestberdana girtiyan ve gire bide, lê bo çareseriyê divê parlemento derbarê nasname û zimanê kurdî de gavên yasayî bavêje.