Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Tu guhertin di cezayê Ocalan de nayên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand: Heta ku em piştrast nebin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi tevahî hatiye hilweşandin, em dê tu reformên qanûnî nekin. Herwesa got: Li gorî qanûna terorê, Ocalan bi zindanîkirina heta hetayê hatiye cezakirin û tu guhertinek dê di cezayê wî de neyê kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek îro (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) di bernameyeke televîzyonê de ragihand: Pêvajoya aştiyê, her çend bi awayekî erênî pêşve diçe jî, niha gihîştiye qonaxeke girîng û hestyar.

Akin Gurlek tekez jî kir: Ji bo ku ji aliyê qanûnî û reformên qanûnî ve pêngav bên avêtin, divê hikûmeta Tirkiyeyê bê piştrastkirin û bi kiryar bê îspatkirin ku PKKê bi tevahî çekên xwe danîne, hingê em dê di qonaxa bê de pêngavan ji bo reformên qanûnî biavêjin.

Navbirî di gotinên xwe de li ser dana “mafê hêviyê” bi Ocalan jî amaje da ku, "di nav raporta Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, ku girêdayî pêvajoya aştiyê ye, bi tu rengan behsa mafê hêviyê nehatiye kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê tekez jî kir ku, her kesekê ji ber dosyeya terorê cezayê giran ê heta hetayê li ser hatibe sepandin, tu guhertinek di cezayê wî de nayê kirin û cezayê wî dê wekî xwe bimîne. Herwesa ragihand ku, ew dê tu carî ji bo kitekesekî qanûnê reform nekin.

Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê li roja Çarşema borî, 18ê Sibata 2026ê, di civîna xwe ya heftê de, bi serperiştiya Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, raporta xwe ya dawiyê pejirand.