Sefîn Dizeyî: Du hêlên germ ji bo vegera welatiyan hatine amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo alîkariya welatiyên li derve yên dixwazin vegerin Kurdistanê, jûreke hevbeş û du hêlên germ hatine dabînkirin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî îro 3ê Adarê di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, welatiyên sivîl dibin qurbaniyên yekem û hêvî xwast ku ev rewş di demeke nêz de bidawî bibe.

Dizeyî destnîşan kir, hikûmetê bi hevahengiya Wezareta Navxwe, Wezareta Tenduristiyê û Fermangeha Têkiliyên Derve, jûreke hevbeş li navenda Navenda Hevahengiya Krîzan ava kiriye. Herwiha got: "Me du hêlên germ amade kirine, da ku welatiyên me yên li welatên Kendavê, Ewropa û deverên din karibin peywendiyê bikin û em bi awayê herî baş û zûtirîn wan vegerînin Herêma Kurdistanê."

Sefîn Dizeyî spasiya Konsolxaneya Tirkiyeyê kir ji bo hevkariya wan di dayîna vîzeya 5 rojî de bo kesên ku dixwazin bi rêya bejayî vegerin Kurdistanê. Derbarê welatiyên li Îranê (ji bo dermankirinê an xwendinê) de jî, Dizeyî got ku ew dikarin bi rêya dergehan vegerin, lê niha destûr nayê dayîn ku kes ji Kurdistanê biçe nav axa Îranê.

Êrîşên li ser Hewlêrê 

Derbarê êrîşên li ser Konsolxaneya Amerîkayê û Firokxaneya Hewlêrê de, Dizeyî da zanîn, beşek ji wan êrîşên dronî ji hundirê Iraqê ve ji aliyê "milîsên derveyî yasayê" hatine kirin. Herwiha diyar kir, ji bo kontrolkirina van milîsan peywendî bi Bexdayê re hatine kirin.

Têkiliyên bi Amerîkayê re

Dizeyî bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên bi Amerîkayê re û got: "Amerîka ji sala 1991ê ve piştgiriya Kurdistanê dike û herêmên dijefirîn ji me re dabîn kirin. Di şerê DAIŞê de jî (2014) piştgirên me bûn; lewma ev têkiliya hevpeymaniyê ne tiştekî nû ye."

Kurdistan: Faktora aramiya navçeyê ye

Di dawiyê de, Sefîn Dizeyî tekez kir ku siyaseta Herêma Kurdistanê her tim li ser bingeha aramiya navçeyê ye û got: "Em rê nadin ku axa Herêma Kurdistanê bibe bingehek ji bo êrîşkirina ser cîranên me. Iraq bi xwe xwedî gelek kêşeyan e û nabe were nav şerekî ku ne şerê wî ye."