Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kuweytê rewşa navçeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Dewleta Kuweytê Şêx Ehmed Ebdullah Sebah, îro 7ê Adarê di peywendiyeke telefonî de rewşa giştî ya herêmê û bi taybetî rewşa Dewleta Kuweytê, Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan di guftûgoya xwe de, bal kişandin ser geşedanên herî dawî yên şer û aloziyan; herwiha nîgeraniya xwe ya kûr li hember zêdebûna êrîş, şer û girjiyan anîn ziman.
Di peywendiyê de, tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hevkariya dualî hat kirin, da ku rewş were hêwirandin û aştî, aramî û ewlehiya navçeyê were parastin.
Ji dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê ligel Îranê dest pê kiriye, welatên cîhanê bi giştî û welatên navçeyê bi taybetî, daxwaza rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û dîplomasiyê dikin. Herêma Kurdistanê jî wekî faktora aramiya navçeyê, daxwaza xurtkirina hewildanên navdewletî dike, da ku rê ber li berfirehbûna zêdetir a bazneya pevçûnan were girtin.