Li Diyarbekirê parçeyeke çek ket xwarê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, li nêzîkî Gundê Çoliyê ya girêdayî navçeya Rezan parçeyek çekan ku hîn nehatiye pênasekirin ketiye xwarê û hêzên ewlekariyê herêm dorpêç kirine û lêkolînan dikin.

Piştî ku parçeyek ji mûşeka balistik a Îranê ket gundewarên Dîlokê, hat zanîn ku parçeyek çekan ku hîn nehatiye pênasekirin ketiye gundewarên navçeya Rezan. 

Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê herêma ku parçe lê ketiye xwarê dorpêç kirine û derbarê buyerê de lêkolîn dest pê kirine. Hêzên ewlekariyê bergiriyên berfireh ên ewlekariyê standine û rê nadin kesek biçe nav herêmê.