Piştî 8 salên derbideriyê 400 malbatên Efrînî ber bi malên xwe ve bi rê ketin
Qamişlo (K24) – Piştî heşt salan ji koçberiya bi zorê û jiyana di bin konan de, proseya vegera xelkê Efrînê bo ser mal û milkên wan dest pê kir. Di qonaxa yekem de, 400 malbat ji bajarê Qamişlo ber bi Efrînê ve hatin birêkirin.
Îro 9ê Adarê li bajarê Qamişlo, piştî bendewariyeke dirêj, bi sedan koçberên Efrînî amûrên malên xwe bar kirin û berê xwe dan cihê bav û kalan. Ev prose di çarçoveya hewildanên nû yên ji bo asayîkirina rewşa herêmê û bidawîkirina êşa koçberan tê meşandin.
Koçberên ku vedigerin, hestên xwe ji Kurdistan24ê re anîn ziman. Welatiyekî Efrînî ku heşt sal in ji malê xwe dûr e, ev roj wekî "cejn û xewnekê" pênase kir û got: "Piştî neh salan em vedigerin Efrînê. Hestên me nayên ziman, wekî ku can vegere bedena xwe em wusa kêfxweş in."
Dayîkek Efrînî jî bi rondikên çavan ve got: "Xwedê ji hemûyan razî be ku em vedigerin ser axa xwe. Me pir bêriya mal û darên xwe kiriye."
Hevkariya ji bo rêyên ewle
Fermandarê Hêzên Asayîşê Siyamend Efrînî di derbarê proseyê de da zanîn, ew bi aliyên peywendîdar ên hikûmeta Sûriyeyê re di hevahengiyê de ne, da ku rêyên ewle ji bo vegera xelkê werin vekirin. Efrînî destnîşan kir, amadekarî hatine kirin ku gel bi silametî di rêyên Til Temir û Serê Kaniyê re derbas bibe.
Niha li herêma Cizîrê û Hesekê nêzîkî 8 hezar malbatên koçber li benda vegerê ne. Rayedarên herêmî diyar dikin ku armanca wan ew e ku di nava vê hefteyê de û beriya Cejnê, hemû koçberan vegerînin malên wan.
Tê çaverêkirin ku piştî vê koma yekem a ji 400 malbatî pêk tê, di rojên pêş de karwanên nû yên koçberan ji kemp û dibistanan derkevin û berê xwe bidin Efrîn û Serê Kaniyê.