Sûdanî û Mihemed bin Selman rawestandina şer û rewşa deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Şahzadeyê Cînişînê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman girîngiya karkirina hevpar û hevahengiya ji bo rawestandina şer tekez kir.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) di beyannameyekê de ragihand ku, Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi Şahzadeyê Cînişînê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re axivî.
Li gorî wê beyannameyê, di wê peywendiyê de behsa pêşketinên deverê hat kirin û girîngiya karkirna hevpar û hevahengiya ji bo rawestandina şer û dîtina çareseriya aştiyane ji bo krîzan, dûrî bijardeya leşkerî ya ku ewlehiya herêmî û navneteweyî dixe xeterê, tekez kirin.
Sudanî tekez jî kir ku, Iraq ji bo hemî bizavên bidawîkirina şer dilgerm e, ku bandoreke neyînî li ser ewlehiya gelên deverê heye.
Navbirî amaj jî da ku, Iraq red dike ku bibe çavkanî û cihê êrîşkirina li ser tu welatekî, bi wî rengî jî red dike ku axa welatê wî bê armanckirin.
Şahzadeyê Cînişînê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman jî ji aliyê xwe ve pesnê bizavên mezin ên Iraqê ji bo kontrolkirina encamên şer û pêşîgirtina li berfirehbûna şer da, bi merema parastina ewlehî û tenahiya deverê û cîhanê.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.