Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Salih Muslim peyameke sersaxiyê belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Salih Muslim di peyamekê de ragihand: "Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û hevalên wî re dixwazim û Xwedayê mezin canê wî bi bihiştê şa bike."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 12ê Adarê ji bo koça dawî ya siyasetmedar Salih Muslim peyameke hevxemiyê belav kir.
Di peyamê de hat gotin: "Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û hevalên Salih Muslim, siyasetmedarê naskirî yê Kurd re dixwazim û ez hevparê xema wan im."
Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman: "Xwedayê mezin canê Salih Muslim bi bihuştê şa bike, sebir û aramiyê bide malbat û xizmên wî."
Derengiya şeva borî 11ê Adara 2026an, Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim li nexweşxaneyekê li Hewlêrê koça dawî kir.
Salih Muslim sala 1951an li gundê Şîran ê Kobanê ji dayik bûbû û sala 1977an Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê qedandibû.