Du deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de hatin vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê ragihand ku, hatin û çûnên geştiyariyê û tevgera bazirganiyê dê sibe bên destpêkirin û her îro Deriyê Seyranbenê jî hatiye vekirin.
Di haydariyekê de, ku pêşkêşî hemî bazirgan, şîrket, hawirdekar û hinardekar û welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye kirin, Birêvebiriya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê amaje daye ku sibe (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) dê dest bi bicihanîna biryara vekirina wî derîyî bê kirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, vekirina Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê bi vekirina Deriyê Gumrikê yê Temerçînê yê Îranê re hevdem e, û ji wê rojê pê ve hemî tevgerên bazirganiyê û hatin û çûnên geştiyariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de dê ji nû ve bên destpêkirin û ew pêvajo dê wekî caran bi awayekî normal bi rê ve biçe.
Ev jî di demekê de ye ku, Birêvebiriya Deriyê Sînorî yê Seyranbenê jî her îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, hatin û çûnên bazirganiyê îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) ji nû ve hatin destpêkirin.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hat gotin ku, vekirina wî derîyî bi amadebûna berpirsên her du aliyan û piştî bizav û têkiliyên berdewam ên aliyê Kurdî bi Birêvebirê Deriyê Seyranbenê li aliyê Komara Îslamî ya Îranê Xwace Bendî re hat kirin.
Pêştir ji ber serhildana alozî û hevrikiyên serbazî yên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, Deriyê Seyranbenê ji bo hemî tevgerên bazirganî û geştiyariyê hatibû girtin.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, armanc ji vekirina wî derîyî normalkirina hatin û çûnên barhilgiran û destpêkirina hawirdekirina kelûpelên bazirganiyê ji bo Herêma Kurdistanê ye.
Herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, ev pêngav dê bibe sedema zêdetir xizmetkirina welatiyan û dê roleke girîng di jiholêrakirin û rêgirtina li zêdebûna bihayê kelûpel û pêdivîtiyên rojê li sûkên Herêma Kurdistanê de bilîze.