Îran Amerîkayê bi êrîşên li ser welatên Erebî tometbar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi çêkirina dronan bi awayê dronên Îranî û bikaranîna wan ji bo êrîşên li ser welatên Erebî tometbar kir.
Ebas Iraqçî ragihand ku, Tehran amade ye ku bi welatên deverê re li ser wan armancên ku êrîşî wan hatiye kirin komîteyeke lêkolînê çê bike. Tekez jî kir ku, êrîşên Îranê tenê bingeh û berjewendiyên Amerîkayê li deverê kirine armanc.
Navbirî eşkere jî kir: Bidawîanîna şer bi dubarenebûna wê ve girêdayî ye, zêdebarî dayîna qerebûya darayî ji bo welatê wî. Herwesa got ku, ew her bizaveke navneteweyî ji bo rawestandina şer pêşwazî dikin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.