Trump: Girava Xargê bi tevahî ji kar ketiye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku, Girava Xargê ya Îranê, ku navenda sereke ya hinardekirina petrolê ya wî welatî ye, bi tevahî ji kar derketiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) di çavpêkeftinekê de bi kanala PBSê ya Amerîkayî re got: Şer bihayekî kêm û erzan e li beranberî wan salên ku rejîma Îranê mijûlî terorê bû.
Serokê Amerîkayê herwesa soz jî da ku, piştî bidawîbûna van aloziyan, bihayên petrol û enerjiyê dê bi rengekî berçav dakevin.
Trump di derheqa şiyanên leşkerî yên welatê xwe de jî got: Em dikarin westgehên elektrîkê yên Îranê tenê di saetekê de hilweşînin, lê heke em vê bikin, dubare avakirina wan dê gelek salan bidome.
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de eşkere kir: Girava Xargê niha bi tevahî ji kar ketiye, ji bilî wan boriyan ên ku me bi xwe hiştine.
Serokê Amerîkayê li dawiyê jî hişyarî da û got: Dibe ku ez penayê ji bo lengkirina westgehên elektrîkê yên Îranê bibim û em dê careke din jî li Girava Xargê bidin. Min pêştir ev yek ji Îraniyan re gotiye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.