CENTCOMê amarên 16 rojên operasyona li dijî Îranê belav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bîlançoya berfireh a operasyonên xwe yên leşkerî yê li dijî Îranê belav kir. Li gorî daxuyaniyê, di êrişan de zêdetirî 7 hezar navendên leşkerî û 100 keştiyên şer hatine têkbirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro 17ê Adarê ragihand, operasyona "Epic Fury" bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê di 28ê Sibata 2026an de, saet 09:15ê sibehê dest pê kiriye. Hat diyarkirin ku armanca sereke ya vê operasyonê "hilweşandin û jihevxistina tam a saziyên ewlehiyê yên Îranê ye."

Bîlançoya êrişan: 7 hezar armanc hatine lêdan

Li gorî daneyên ku CENTCOMê heta roja 16ê Adara 2026an kom kirine, hêzên Amerîkayê zêdetirî 6 hezar û 500 êrişên asmanî û deryayî pêk anîne. Di encama van êrişan de:

- Zêdetirî 7 hezar armancên cihêreng ên leşkerî hatine rûxandin.

- Zêdetirî 100 keştî û perçeyên deryayî yên Îranê hatine têkbirin an jî zirarên giran dîtine.

Armancên sereke çi bûn?

CENTCOMê lîsteya wan navendên ku li seranserê Îranê bûne armanc eşkere kir, ku derbeyeke giran li binesaziya leşkerî ya wî welatî xistine:

- Navendên fermandarî û kontrolê.

- Baregehên sereke yên Supaya Pasdaran û navendên îstîxbaratê.

- Sîstemên parastina asmanî yên entegre.

- Navendên hilanîn û hilberîna moşekên balîstîk û kargehên dronan.

- Keştî û jêrderyayên hêza deryayî.

- Sîstemên mûşekên deryayî û moşekên erd-asman (SAM).

- Depoyên çekan ên binerd û binesaziyên piştgiriya leşkerî.

Çekên herî pêşkeftî hatin bikaranîna

Ji bo vê operasyona berfireh, artêşa Amerîkayê nûtirîn û girantirîn çekên xwe yên bejayî, deryayî û asmanî bikar anîne:

1- Hêza Asmanî: Sêgoşeya bombebarêjên stratejîk ên wekî (B-1), (B-2 Stealth) û (B-52) beşdar bûn. Her wiha firokeyên şer ên nifşê pêncemîn F-22 û F-35 ligel F-15, F-16, F-18 û A-10 hatin bikaranîn. Di şerê elektronîk de jî balafirên EA-18G û EC-130H roleke sereke lîstin.

2- Hêza Deryayî: Keştiyên firokehilgir ên atomî, jêrderyayên atomî û keştiyên wêranker (destroyers) ku bi mûşekan barkirî ne, beşdarî operasyonê bûn.

3- Hêza Bejayî û Berevanî: Sîstemên Berevaniya mûşekî yên Patriot û THAAD ji bo rûbirûbûna mûşekên Îranê hatin bikaranîn. Herwiha sîstema topavêj a HIMARS û sîstemên dij-dron ji bo parastina hêzên Amerîkî li herêmê hatin bicihkirin.