Mesrûr Barzanî û Şahê Urdinê rewşa deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê bi rêya telefonê guhertinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin û tekez li ser pêşxistina têkiliyên dualî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Şahê Şahnişîna Urdinê ya Haşimî Şah Ebdilayê Duyê re axivî.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, her du aliyan di wê peywendiyê de bi hûrgilî bal kişand ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê û aloziyên vê dawiyê yên deverê.
Di pareke nîqaşan de, behsa pêşketinên leşkerî û wan êrîş û destdirêjiyan hat kirin ên li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê tên kirin. Her du alî li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û tenahiyê û pêşîgirtina li zêdetir berfirehbûna aloziyan, ku bandoreke neyînî li ser berjewendiyên neteweyan dikin, hevnerîn bûn.
Pareke din a nîqaşên wan ji bo encamên giran ên krîza aborî ya li ser asta Iraq û deverê hatibû terxankirin. Di vê çarçoveyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku, wekî pêngavek ji bo sivikkirina barê darayî û çareserkirina krîzên aborî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bê destpêkirin.
Di dawiya wê daxuyaniyê de jî behsa wê yekê hatiye kirin ku, Mesrûr Barzanî û Şah Ebdilayê Duyê xurtkirina têkiliyên dîrokî yên di navbera Hewlêr û Emanê de tekez kir û amadebûna xwe ji bo hevahengiya berdewam di warên cuda cuda de jî diyar kir.