Yekîtiya Ewropayê bo Nêçîrvan Barzanî: Em hevxemên Herêma Kurdistanê ne

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê û Konsul û Nûnerên Welatên Yekîtiya Ewropayê sersaxî ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên şeş Pêşmergeyên qehreman ên ku di êrîşekê de hatine şehîdkirin re xwest.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, duhî (Pêncmşem, 26ê Adara 2026ê) peyameke hevpar ji Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê û Konsul û Nûnerên Welatên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê gihîşt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Nivîsîngeha Herêma Kurdistanê eşkere jî kir ku, wan di peyama xwe de ji dil hevxemiya xwe ji ber wê êrîşa bi mûşekan diyar kiriye, ku li serê sibeha roja Sêşemê, 24ê Adara 2026ê) li ser devera Soranê hat kirin û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê û Konsul û Nûnerên Welatên Yekîtiya Ewropayê herwesa ji dil ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan her şeş Pêşmergeyên ku di wê êrîşê de şehîd bûn re sersaxî û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez xwest.

Her di wê peyamê de, ku kopiyên wê ji Serokwezîr Mesrûr Barzaniyê û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re jî hatine şandin, wan nîgeraniya xwe ya zêde ji ber wan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê yên di hefteyên borî de hatine kirin, anî ziman.

Di dawiya wê peyamê de jî, wan hevxemiya xwe û welatên xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û piştgiriya xwe ji bo aramî û tenahiya deverê jî tekez kir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.