PDK: Em bi tundî êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, bi tundî êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, ev êrîş bi armanca têkdana aramiya Kurdistanê têne kirin.

Fraksiyona PDK’ê li Parlamentoya Iraqê îro 28ê Adarê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê û çend navçeyîn din bi tundî şermezar kir û ew bi êrîşeke "nerewa û tirsonek" binav kir.

Di daxuyaniya fraksiyona PDK’ê de hat gotin "Ev êrîş beşek in ji wê zincîre êrîşên dijminane yên ku ev demeke bi armanca têkdana ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û çandina tovê alozî û pashêviyê tên kirin."

Fraksiyona PDK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku ev cure hewlên "pûç û bêencam" nikarin bandorê li ser vîna gelê Kurdistanê bikin û got: "Ev hewlên nefsbiçûk nikarin vîna gelê me ya ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê paş bixin."

Di dawiya daxuyaniyê de, fraksiyonê bang li saziyên peywendîdar û hêzên ewlehiyê kir ku di zûtirîn dem de lêkolînên hûr dest pê bikin, encamderên vê tawanê eşkere bikin û wan radestî dadgehê bikin da ku bigihîjin cezayê xwe yê yasayî .