Mesrûr Barzanî bi tundî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êrîşa ser mala Serokê Herêmê bi tundtirîn şêwe şermezar dike û dibêje: "Hemû mafê me heye ku em rûbirûyî van terorîstan bibin û her gaveke pêwîst be ji bo parastina Herêma Kurdistanê, em ê biavêjin."
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 28ê Adarê derbarê êrîşa ser mala Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye: "Em êrîşa tirsonekane ya bi dronan a ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li bajarê Dihokê, bi tundtirîn şêwe şermezar dikin."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, careke din daxwaz ji hikûmeta fîderal kir ku di asta berpirsyariyê de bin û van tawanbarên ji qanûnê derketî, rûbirûyî yasayê bikin û sînorekî ji bo berdewamiya êrîşên terorîstî yên van grûpan deynin.
Di beşeke din a peyamê de, Serokwezîr daxwaz ji civaka navneteweyî û dostan kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ji bo parastina welatiyan û berjewendiyên herêmê.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez kir: "Hemû mafê me heye ku em rûbirûyî van terorîstan bibin û her gaveke pêwîst be ji bo parastina Herêma Kurdistanê, em ê biavêjin."