Wezîrê Derve yê Îranê hêviya tenduristî û silametiyê ji bo Nêçîrvan Barzanî dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike û wê wek "çalakiyeke terorîstî" binav dike.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebbas Araqçî ji ber êrîşa bi dronan a ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Araqçî di peyama xwe de tevî şermezarkirina tund a vê êrîşê ku wek çalakiyeke terorîstî binav kir, hêviya tendurIstî û silametiyê ji bo Serokê Herêmê xwast.
Araqçî hişyarî da ku "dibe ku ev êrîş di çarçoveya operasyonên Amerîka û Îsraîlê de bin, ku armanca wan têkdana peywendiyan û dirustkirina alozî di navbera welatan de ye."
Wezîrê Derve yê Îranê di dawiya peyama xwe de tekez kir ku Tehran her cure êrîşeke li ser aramî û kesayetên nîştimanî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê red dike û wek hewldanekê ji bo têkdana aramiya hemû navçeyê dibîne.