Malikî: Armanckirina malên serkirdeyên Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê armanckirina malên serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got ku, kiryarên bi wî rengî ewlehî û tenahiya Iraqê têk didin.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek li ser êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kir.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di peyama xwe de ragihand, "Ew binpêkirinên ku li Herêma Kurdistanê qewimîn, tevî armanckirina malên serkirdeyên Herêma Kurdistanê, Rêzdar Mesûd Barzanî û Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, ji hêla her aliyekî ve bin redkirî û şermezarkirî ne."
Nûrî Malikî herwesa got, "Ev kiryar ne tenê kesên diyarkirî dikin armanc, belkî zirarê digihînin ewlehî û tenahiya Iraqê bi giştî û tevlî lawazkirina yekrêziya neteweyî dibin."
Navbirî ron jî kir, "Di vê demê de, ji her demê bêtir, pêdivîtiya me bi wê yekê heye ku canê hevgirtin û yekrêziyê di navbera kurên welat de bê xurtkirin û herwesa tundûtûjî bi hemî awayên wê ve bê redkirin."
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di dawiya peyama xwe de jî eşkere kir, "Divê hemî kes bi hev re rawestin, ji bo tunekirina bizavên wan kesên ku ji bo têkdana tenahiyê û afirandina gêleşokê di nav pêkhateyên gelê Iraqê de dixebitin."
Ev jî di demekê de ye ku, mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend cihên din ên nav bajarê Dihokê duhî (28ê Adara 2026ê) rastî êrîşeke bi dronan hatin. Gelek aliyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê helwesta xwe li ser wan êrîşan eşkere kir û bi tundî şermezar kirin.