Komkara Erebî piştgiriya xwe bo aramiya Herêma Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ahmed Ebûlxeyit di peywendiyeke telefonî de ligel Serok Nêçîrvan Barzanî, êrîşa dronî ya li ser mala wî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo aramiya Kurdistanê nîşan da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 29ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ahmed Ebûlxeyit wergirt.

Di peywendiyê de, Ahmed Ebûlxeyit bi tundî ew êrîşa dronî şermezar kir ku duh li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê hatibû kirin. Herwiha tekez kir ku ew piştgirî didin parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî her cure gefan.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Ahmed Ebûlxeyit û helwesta Komkara Erebî kir û bal kişand ser girîngiya piştgiriya berdewam a Komkara Erebî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di vê qonaxa hestiyar de.

Di beşeke din a peywendiyê de, her du aliyan gotûbêj li ser geşedanên herî dawî yên rewşa herêmê û bandorên şerê niha yê li navçeyê kirin.