Sebahedîn Korkmaz: Platforma Neteweyî ya Kurd dê ji bo yekîtiyê bixebite

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Diyarbekirê piştî konferanseke du rojan, "Platforma Neteweyî ya Kurd" bi fermî hat avakirin. Rêveberên platformê bal kişandin ser pêdiviya siyaseteke nû ya neteweyî û daxwaza statûyê bo gelê Kurd.

Li Diyarbekirê, îro 29ê Adarê konferansa damezirandina "Platforma Neteweyî ya Kurd" bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetên serbixwe bi dawî bû. Di roja duyem a konferansê de, platform bi awayekî fermî hat ragihandin û encamnameya wê ji bo raya giştî hat eşkere kirin.

Rêveberê konferansê Sebahedîn Korkmaz di daxuyaniya xwe de hûrgiliyên avabûn û armanca platformê parve kirin. Korkmaz destnîşan kir ku ev platform wekî rêxistineke sivîl û de-fakto hatiye damezirandin û got: "Armanca me ya sereke xebatên neteweyî û bihêzkirina yekrêziya Kurdan e. Yek ji biryarên herî giring ên konferansê, avakirina yekîtiya neteweyî di navbera hêz û aliyên Kurdan de ye. Ev yekîtî dê li ser bingeha nirxên Kurdistanî û mafê çarenivîsî yê gelê Kurd were meşandin."

Sebahedîn Korkmaz derbarê pêkhateya platformê de agahî dan û diyar kir ku di encama xebatên du rojan de, encûmenek ji 51 kesan hatiye hilbijartin û got: "Ev encûmenê paşê dê di nav xwe de rêveberiyeke (meclîs) ji 11 kesan pêk tê hilbijêre. Herwiha berdevkekî demkî jî destnîşan bike. Ev platform dê hewl bide di navbera hemû rengên Kurdistanî de yekîtiyeke xurt ava bike û li ser asta neteweyî daxwaza mafên gelê Kurd bike."