Mesrûr Barzanî û Dilan Yeşilgöz li ser pêşxistina têkiliyên dualî axivîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Berevaniyê ya Holandayê di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan şermezar kirin û nîgeraniya xwe ya zêde li ser şer û aloziyên deverê anî ziman.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Holandayê Dilan Yeşilgöz re axivî.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, her du alî di wê peywendiya telefonî de li ser pêşxistina têkiliyên dualî, pêşketinên dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê axivîn.
Her du aliyan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan şermezar kirin û nîgeraniya xwe ya zêde li ser rageşî, şer û aloziyên deverê anî ziman.
Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Holandayê pesnê reformên Wezareta Pêşmerge da û piştgiriya welatê xwe ji bo Hêzên Pêşmergeyan tekez kir, bi taybetî jî ji bo têkoşîna li dijî terorê û gefên terorîstên DAIŞê.
Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe ve girîngiya pêşxistina têkiliyên dualî tekez kir û rêz û huermetên xwe ji bo piştgirî û hevahengiyên berdewam ên di navbera Keyaniya Holandayê û Herêma Kurdistanê de di warê ewlehî û pêşkeftina aborî de anîn ziman.