Zêdetirî 20 dronan li asmanê Hewlêrê hatin şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî asmanê Hewlêrê bû qada rûbirûbûna bi dehan dronên xwekuj. Tevî ku dron li asman hatin pûçkirin, lê ketina perçeyên wan li ser taxên sivîlan bû sedema ziyanên madî yên mezin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê got, li gorî zanyariyên Parêzgariya Hewlêrê, şeva borî 31ê Adarê zêdetirî 20 dronên xwekuj li asmanê bajêr hatine şikandin û xistin. Ji ber teqînên li asman, perçeyên dronan li ser çend taxên niştecihbûnê yên Hewlêrê ketine xwarê.
Li taxeke sivîl, droneke xistî ket ser banê xaniyekî û ziyanên mezin derketin. Xwediyê xanî ku welatiyekî Ereb e, li ser bûyerê got: "Dema me dengê teqîneke pir bi hêz bihîst, em di xew de bûn. Hemû cam û pencerên malê şikan û di nav odê de agir derket." Herwiha diyar kir ku ev cara sêyem an çarem e ku mala wan ji ber van êrîşan ziyanê dibîne.
Her çend di van êrîşan de ti ziyanên canî çênebûne. Şêniyê taxê jî da zanîn ku ji ber dengê dijwar ê teqînan û wêraniya di nav malan de, rewşa derûnî ya jin û zarokan pir xirab bûye û tirs li nav taxê belav bûye.
Piştî qewimîna bûyeran, tîmên Parastina Şaristanî, hêzên Asayîşê û ambûlans demildest gihîştin cihê bûyeran. Tîman agirê ku di hin malan de derketibû kontrol kirin û dest bi paqijkirina perçeyên dronan kirin.