Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Akîto li Krîstiyanan pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Akîto û Sersala nû ya Kildan, Aşûrî û Siryanan, peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de got: "Ez Cejna Akîto û Sersala nû li xwişk û birayên Kildan, Aşûrî û Siryan ên li Kurdistan û seranserê cîhanê pîroz dikim."

Cejna Akîto yan jî Sersala nû ya Babîlî û Aşûrî, her sal di roja yekem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev cejn ji bo pêkhateya Krîstiyan wekî cejneke neteweyî tê dîtin û dîroka wê vedigere zêdetirî 5 hezar sal berî zayînê.

Krîstiyanên li Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê her sal bi kincên xwe yên neteweyî û bi şahiyên curbecur vê rojê pîroz dikin. Yek ji çalakiyên herî girîng ên vê cejnê "Meşa Binevşî" ye. Şahiyên Akîtoyê bi giştî 12 rojan didomin û çalakiyên mîna geşt û seyranan jî li xwe digirin.

Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992an û vir ve, pêkhateya Krîstiyan li deverên cuda bi azadî cejnên xwe pîroz dikin. Bi taybetî li parêzgeha Dihokê, her sal bi amadebûneke mezin şahiyên Akîtoyê tên lidarxistin.